Haydar Şahin
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
PEKÎN
Wezareta Karên Derva ya Çînê ji bo geşedanên van rojên dawîn di aboriya Tirkiyeyê da diqewimin got, "Gorî qinaeta me qabiliyeta Tirkiyeyê heye bi tengasiyên aboriyê yên demkî ra serederiyê bike."
Lu Kangê Berdevkê Wezareta Kaêrn Derva ya Çînê di daxuyaniya nivîskî da ji bo geşedanên van rojên dawîn di aboriya Tirkiyeyê da diqewimin got, "Gorî qinaeta me qabiliyeta Tirkiyeyê heye bi tengasiyên aboriyê yên demkî ra serederiyê bike û hêviya me ew e ku herdu alî cudahiyan bi diyalogê çareser bikin."
Berdevk Lu destnîşan kir ku aboriya Tirkiyeyê û trendên teze yên di têkiliyên karên derva da teqîb dikin, Tirkiye piyaseyeke girîng e û mezin dibe û îstiqrara Tirkiyeyê tevkariyê dide îstiqrar û aştiya herêmê.
Luyê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Çînê diyar kir ku ew ê piştgiriyê bidin projeyên hevkariya herdu aliyan îmze kirin û got, "Aliyê Çînê her tim girîngiyeke mezin dide hevkariya fînans û aboriyê ya di navbera Tirkiye û Çînê da".