Abdullah Tel
17 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
MOSKOVA
Hat ragihandin ku Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê ji ber "binpêkirina hiqûqa navneteweyî" ya di mijara mal û milkên dîplomatîk ên Ûris da notaya protestoyê ji Amerîkayê ra şand.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji hêla Wezareta Karên Derva hat dayîn da hat gotin ku ji ber binpêkirinên li hemberî mal û milkên Rûsyayê yên li Amerîkayê bi navbeynkariya qasidên dîplomatîk va ji Washingtonê ra notaya protestoyê hat şandin.
Rûsyayê di daxuyaniya xwe da ragihand ku Amerîka li hemberî mal û milkên wan ên dîplomatîk hiqûqa navneteweyî bi qestî binpê dike. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Neteweyên Yekbûyî di mijara îxlalên ku li ser berjewendiyên hemû rayên giştî yên navneteweyî tesîr dike û ji ser têkiliyên Rûsya-Amerîkayê da hat agahdarkirin."
Rêveberiya Amerîkayê di çarçoveya mueyîdeyên li hemberî Rûsyayê da di îlona sala 2017an da Serkonsolosxaneya San Fransîscoyê ya Rûsyayê û nûnertiyên bazirganiyê yên li New York û Washingtonê yên Rûsyayê girtibû.
Di daxuyaniya hikûmeta Ûris da ew gav wekî "dijminkî" hat hesibandin û hat xwestin ku bila ew mal û milk îadeyî Rûsyayê bên kirin.