Nihat Kavşut
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
PEKÎN
Çînê keştiya xwe ya balafiran a xwemalî ya ewil li bakurê welêt bi merasimekê berda ser avê.
Keştî li Dalîena Lîaonînga eyaleta Çînê li bendergehekê hat çêkirin û Televizyona Navendî ya Çînê (CCTV) merasima ji bo keştiyê hat kirin zindî weşand.
Fan Çanlongê Fermandarê Hêzên Behrê ya Rizgariya Gel a Çînê û Alîkarê Serokê Komisyona Leşkerî ya Çînê jî tevlî merasimê bûn.
Çêkirina keştiyê di sala 2012an da dest pê kir û 50 hezar ton giran e.
Wezareta Parastinê ya Çînê ragihandibû keştiya balafiran wê beriya 2020an bikeve qeyda artêşê.
Ji xeynî Çînê di qeydên artêşa 6 dewletan da keştiyên balafiran hene.