Ata Ufuk Şeker
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Dadgeha Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku Google hemî dane agahiyên ku bikarhêner şaşiya wan îsbat kiribe, ji encamên lêgerînê der bixe.
Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku dadgeha herî bilind a YEyê û navenda wê li Luksemburgê ye, di doza li dijî Googleê ya di warê rakirina daneyên ku tê îdiakrin şaş in de, biryara xwe ragihand.
Di biryarê de tekezî li wê yekê hat kirin ku "Motorê lêgerînê di warê daneyên di nava naveroka serîlêdanê de, dema bi awayekî eşkere dawakar îsbat bike ku ew dane şaş in, pêdivê wan agahiyan reke."
Dadgehê biryar da ku ji bo îsbatkirinê lazim nîne ku bikarhênerek derbarê agahiya şaş de birayara darazê pêşkêş bike, dê delîlên maqûl kafî bin.