Tuğba Altun
08 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2022
Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî ku Îranê kesekî di dema protestoyan da girtibû darve kir bang kir ku înfaz demildest bên rawestandin.
Stephane Dujarrîcê Sekreterê Giştî yê NYyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku teqez dijî cezaya darvekirinê ne.
Dujarrîc got ku "Em di mijara divê darvekirin demildest bên rawestandin da wekî Konseya Mafên Mirovan a NYyê difikirin. Biqasî ku me fehm kiriye mafê jiyanê û darvekirin bi tu awayî li hev nayên."
Dujarrîc got ku NY teqez dijî tetbîqkirina cezayê darvekirinê ye û bangî Îranê kir ku demildest darvekirinan bidin rawestandin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ya girêdayî Erka Darazê ya Îranê xwepêşandêrê bi navê Muhsîn Şikarî yê ku bi îdiaya "di cotmehê da li paytext Tehranê dema protestoyên li kolana Settar Xan da bi çekê sar va welatî tehdîd kirine û peywirdarekî ewlehiyê birîndar kiriye" ji Mehkemeya Şoreşê, cezaya darvekirinê xwaribû vê sibê hat darvekirin.