Abdullah Tel
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
PEKÎN
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan dema hat Meclisa Gel a Mezin, Serokê Dewleta Çînê Cinping hat pêşiyê û ew bi merasima fermî pêşwazî kir.
Piştî merasimê heyetên di bin serokatiya Erdogan û Cinping da dest bi hevdîtinê kirin û civînê bi qasî 45 deqîqeyan dewam kir.

Di dawiya hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin da li hizûra Erdogan û Cinping di navbera herdu welatan da hin peyman hatin îmzekirin.
Di merasima îmzeyê da Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan jî amade bûn.