Dursun Aydemir
24 Nîsan 2021•Rojanekirin: 25 Nîsan 2021
Daristana Hallerbosê ya ji 552 hektarî pêk tê û di nav sînorên Herêma Flaman a Brabantê da ye bi zengilokên (hallerbos) mizginîya biharê ku di mehên nîsan û gulanê da kulîlk vedikin va xemiliye.
Turîstên ji gelek deverên dinyayê bo zengilokên mizgîniya biharê bibînin hatine herêmê, wêneyan dikişînin. Ew yan serê sibehê zû û yan jî ber bi êvarê tên nav çîçekan ku reng û behna wan herî zêde wan deman xweş e.