İbrahim Atmaca
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
BEYRUT
Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî dubare kir, rêxistina Hizbullahê ku Îran piştgiriyê didiyê, midaxaleyî karên navxweyî yên welatên herêmê dike û divê pêşî lê were girtin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji ofîsa medyayê ya Herîrî hat dayîn, Serokwezîr Herîrî li avahiya xwe ya Beyrûdê bi endamên Konseya Îslamê ya Bilind ra hevdîtin kir û li ser geşedanên herêmî sekinî.
Li gor daxuyaniyê Herîrî wiha got: "Em ê qebûl nekin ku bandora Hizbullahê li ser birayên me yên ereb çêbe an jî em ê pozîsyona wê ya ku ewlehî û îstiqrara welatê wan dixe hedef, qebûl nekin."
Li Qahîreya paytexta Misrê di 19ê mijdarê da Civîna Derasayî ya Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Erebî hatibû lidarxistin û di danezana encama civînê da Hizbullah wek "organîzasyoneke terorîst" hatibû îlankirin, Libnanê ji bo vê biryarê îtiraz kiribû.
Herîrî di daxuyaniyên xwe da gotibû ku divê Libnan ji pevçûnên herêmê dûr bisekine û ji ber ku tevlî karên navxweyî yên welatên erebî dibe, rêxistina Hizbullahê rexne kiribû.