Fatih Gazioğlu
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku ew di mijara mizakereyên bi Yekîtiyê Ewropayê re yên bona daketina baceyên gumrukê da îqna bûye û wiha got: "Birastî Juncker (Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê) ji Ewropayê wisa bilez hat ofîsa min, min nizanî teyareyên wan yên hin bilez û bez hene."
Trump û Andrzej Dudayê Serokomarê Polonyayê li Qesra Spî hatin balhev. Trump piştî hevdîtinê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên rojnamevanan yên der barê poltîtikayên bazirganiyê da bersivandin.
Trump îdia kir ku Yekîtiya Ewropayê jî şibiya Çînê û Amerîkayê suîstîmal dike û wiha axivî: "Ev pevajoyek e. Yekîtiya Ewropayê bi me nediaxivî. Berê bi Serok Obama re jî nediaxivî."
Trump got ku Jean Claude Junckerê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê daweta Amerîkayê ya ji bo mizakerekirina sepandina bazirganiya Amerîkayê ya ku ji nû va bê kirin red kiriye û wiha dewam kir:
"Juncker ji nû va mizakere nexwest. Me 3 caran teklîf kir lê dîsa jî qebûl nekir. Min jî jê re got "Ê temam. Êdî em mecbur nînin mizakere bikin. Em ê ji bo bi milyonan wesayîtên we yên ku hûn dişînine Amerîkayê em ê bacê bistînin."
Trump got ku piştî vê hevdîtin û gefxwarinê ew bi Ewropayê re li hev hatin.