Türkan Tosun
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 20 Îlon 2018
NEW YORK
Li gor lêkolîneke li Amerîkayê kesên di zarokatiyê da îbadet dikin û wisa tên mezinkirin dema dibin ciwan ji hêla fîzîkî û hişî va bêtir tenduristî ne.
Encamên lêkolîna Dibistina Tenduristiya Gel a Harward T.H. Chanê di kovara American Journal of Epidemiologyê da hat weşandin.
Zanyaran li ser 5 hezar ciwanan lêkolîn kir. Ev kesên temenê wan di navbera 8-14yan da ne û an bi xwe an jî bi malbatên xwe ra îbadet kirine heta 20 saliya wan hatin çavderîkirin, geşedana wan a fîzîkî û hişî hat lêkolînkirin.
Di lêkolînê da hat tespîtkirin zarokên di heftê da herî kêm carekê ibadet kirine dema dibin 20 salî li gor yên qet îbadet nekirine ji sedî 18 zêdetir bextewar dibin.
Li gor encamên lêkolînê yên îbadet kirine di salên xwe yên 20î da li gor yên din ji sedî 30 zêdetir beşdarî xebatên dildariyê dibin, ji sedî 33 kêm hişbirê bi kar tînin.
Dîsa ev kes li gor yên îbadetê nekirine ji jiyanê zêdetir razî ne, hestên xwe baştir bi kar tînin û zêdetir efû dikin.
Nivîskara xebatê Yîng Chen got ev daneyên hatine tespîtkirin ji bo tevgerên baş, zewac û malbatê pir girîng in û wiha dewam kir: "Ev xebat nîşan dide ku zarokan wek kesên dîndar mezinkirin tesîrê li ser tevgerên wan ên baş, hişê wan dike û ew gelemperî bextewar û baş dibin."
Hat gotin ev lêkolîn zêdetir li ser kesên çêrmspî, jin û aboriya wan baş û perwerdeyeke baş dîtine hatiye kirin, divê li ser kesên din jî bên kirin.