23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2017
KUALA LUMPUR
Li bajarê Putrajaya Malêzyayê, bi mebesta ne razîbûna li dijî biryara Amerîkayê ya wekî nasîna Qudsê weke paytextê Îsraîlê, "Mitînga Qudsê" hat lidarxistin.
Mitînga ku piştî nimêja înê ya li Mizgefta Putraya bajarê Putrajayayê hat lidarxistin, Serokwezîr Necîb Rezaq jî beşdarî tê de kir. Herweha tevî nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl nêzîka 500 kes beşdarî mitîngê bûn.
Beşdarvanan li dijî Îsraîl û Amerîkayê druşm xwendin û bi pankartên weke "Li Qudsê xwedî derkeve", "Biceheme Îsraîl" biryara Amerîkayê ya derbarê Qudsê protesto kir.
Razaqê ku di dema xwepêşandanê de axivî behsa tehdîdên fînasî yê Serokê Amrîkayê Donald Trump yên li dijî welatên piştevanên Filistînê kir û wiha got, "Ti carî me ji Amerîkayê deyn yan jî alîkarî nexwestiye. Bilekis ew di gelek mijaran de alîkariyê ji me dixwazin. Weke nimûne ji bo em balafirên wan bikirin, doza veberhênanê li me dikin."

- "Ka em piştevaniya di nêv misilmanan de bikin mîna tsunamiyê"
Rezaq li hember biryara biryara Amerîkayê ya wekî nasîna Qudsê weke paytextê Îsraîlê bangawaziya yekîtiyê li misilmanan kir û got, "Ka em nakokiyên siyasî yên dinavbera xwe de jibîr bikin. Em xwediyê wê şiyanê ne ku li hember pirsgirêkan bibin yek. Hiç giringiya wê tune ku em kesk, sor, turenc yaxud her rengekî din bin. Heta ku em xwediyê heman armancê bin em dikarin heq ji pirsgirêkan derkevin. Ka em vê piştevaniyê ji bo geşedana îslamê bikin mîna tsunamiyê."
- "Her çi bibe jî emê ji pîroziya îslamiyetê tawîzê nedin"
Rezaq destnîşan kir ku dê herdem xwedî li nirxên misilmanan derkeve û got, "Xurûr û Şerefeke me heye. Dibe ku peywendiyên min digel Trump baş bin. Lê belê her çi bibe jî emê ji pîroziya îslamiyetê tawîzê nedin."
- "Dema Erdogan gazî min kir, min hemî civînên xwe betal kirin"
Rezaq ji bo hewldanên wê yên derbarê Qudsê de pesnê Tirkiyeyê da û tekezî li hessasiyeta Tirkiyeyê ya derbarê Qudsê kir û wiha pê de çû:
"Serokomar Erdogan piştî daxuyaniya Amerîkayê ya derbarê Qudsê telefonî min kir û ji bo Lûtkeya Derasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî min vexwend. Di wan tarîxan de civînên min ên giring hebûn, lê min hemî civînên xwe betal kirin."