Fatih Gazioğlu
23 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2017
XEZE
Îsmaîl Heniyeyê Serokê Buroya Siyasî yê Hemasê got dibe ku Amerîka der barê mijara Qudsê de daxuyaniyên nû bide.
Heniye li Xezeyê beşdarî Konferansa Qudsê ya Zanistî ya 11emîn bû. Heniye li vê derê axaftinek kir û wiha got:
"Me îstixbarat hildaye ku rêveberiya Amerîkayê wê Îsraîlê wekî dewleteke cihû nas bike. Li gor vê hemû cihên ku cihû lê dimînin yên Qudsê ne û penaberên filistînî jî êdî nikarin vegerin wan cihan."
Heniye der barê kesên ku ev agahî dan wî da tu agahî neda.
Heniye got ku divê Filistîn pirsgirêkên xwe navxweyî çareser bike û li ser pevajoya aştiyê jî careke din bifikirin. Heniye ji rêveberiya Filistînê jî xwest ku di meseleya kordînasyona bi Îsraîlê re û mijara peymana Osloyê de eşkere hereket bike.
Heniye der barê Qudsê de jî wiha got: "Quds paytextê Filistînê ya siyasî ye. Quds ji aliyek din ve jî paytextê hemû misilmanên dinyayê ya dinî û azad e."