24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
Lijneya AAyê ji bo rêxistinba Edîtoriya Pasîfîk a Anadolu Agencyê li herêmê lêkolînan dike. Di navbera lijneya AAyê û rayedarên Bernamaya ajansa nûçeyan a fermî ya Malezyayê de hevdîtin hatin kirin û biryar hat dayîn ku hevkarî bê xurtkirin.
Arîkarê Midûrê Giştî û Berpirsyarê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mutanoglu û birêvebirên AAyê yên bi wî re, ajansa nûçeyan a Bernamayê ya li Kûala Lûmpûra paytextê Malezyayê ziyaret kirin.
Mûtanoglu di ziyaretê de der barê xebatên rêxistinbûnê yên Edîtoriya Nûçeyên Pasîfîkê ya AAyê agahî dan û ji bo ku hevkariya di navbera her du ajansan de bê xurtkirin pêşniyaz dan. Mûtanoglu daxuyand ku ji bo ku Bernama bikare geşedanên bi taybetê yên li Tirkiyeyê û hawirdora wî bişopîne AA amade ye ku derfetên ofîsê bide bi kar anîn.
Mûtanoglu qal kir Akademiya Nûçeyan a AAyê ji bo perwerdekirina nûçegihanan û zêdekirina wesfên wan gelek bernameyên perwerdeyê li dar dixe û got ku bi taybetî perwerdeya nûçegihaniya şer ji bo Bernamayê dikare ku qadên nû veke.
Midûrê Giştî yê Bernamayê Zulkuf Salih jî destnîşan kir ku di rewşa berdest de ji nûçeyên AAyê sûd werdigirin, nûçegihanên ku dê ji bo bernameya nûçegihaniya şer bişînin dê bikarin perwerdeya ku dê bistînin ragihînin hempîşeyên xwe û ev pêşniyaz derfeta hevkariyeke xurt derdixîne holê. Salih her wiha got ku zêdekirina guherîna nûçe û dîtbariyan dê kêrî her du aliyan jî bê.
Lijneya AAyê piştî bernamayê El- Hîcreta qenala televîzyonê ya Saziya Kar û Barên Dînê ya girêdayî Serokwezîriyê ziyaret kir û bi Birêvebirê Payebilind ê saziyê Wan Allas Ebdûllah û hin birêvebiran re hevdîtin kir. Mûtanoglu diyar kir ku AA li Rojhilata Navîn, Afrîka û welatên Pasîfîkê jimara nûçegihanên xwe têkiliyên xwe yên bi saziyên çapemeniyê re zêde dike û got ku dê bêtir nûçe û dîtbariyên ku bala welatên îslamê bikşînin, çêkin. Birêvebirên El-Hîcretê jî destnîşan kirin ku saziyên çapemeniyê yên li welatên îslamî nûçeyên ajansên ji rojava gelekî bi kar tînin û bi tesîra vê yekê jî nêrîna îslamê ya ku bi terorê re têkildar dikin ji bo misilmanan bûye yek ji pirsgirêkên herî mezin.
- Serdana balyozxaneyê
Lijneya AAyê Balyozxaneya Kûala Lûmpûrê ya Tirkiyeyê jî ziyaret kir û bi Balyoz Başak Turkogluyê re hevdîtin kir. Mûtanoglu der barê rêxistinbûna Edîtoriya Nûçeyan a Pasîfîkê ya AAyê û hin projeyên AAyê yên der bar herêmê de agahî dan.
- Hevdîtina bi xwendekarên ji Tirkiyeyê re
Xwendekarên ji Tirkiyeyê yên li Zanîngeha Îslamê ya Navneteweyî ya Malezyayê eleqeyeke mezin nîşanê ziyareta AAyê ya zanîngehê dan û der barê xebatên saziyê de ji lijneyê pirs pirsîn.
Mûtanoglu di hevdîtinê de hin pêşniyaz dan xwendekaran û gote wan ku teqez bila zimanê heremî hîn bibin û welatê ku hûn wir in gelekî baş nas bikin.
Lijneya AAyê bi Midûrê Bûrsên Navneteweyî û Karên Derve yê Zanîngehê Beşîr Sûalhî re hat bal hev. Sûalhî got ku dê derfetên hevkariya bi Anadolu Agencyê re binirxînin û dibe ku xebatên hevpar bikin.
Mûtanoglu her wiha bi Ebdullah el-Ahsanê Profesorê Şaristaniyên Danberhevî yê ku li zanîngehê peywirdar e re hevdîtin kir û geşedanên dawîn ên li Asyaya Başûrê Rojhilat û Rojhilata Navîn nirxand û ji bo bîranîna hevdîtinê plakte teqdîmê el- Ahsan kir.