Nihat Kavşut
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
WASHINGTON
Arşîva Neteweyî ya DYAyê der heqê kuştina John F. Kennedyê Serokê 35emîn yê DYAyê da ku di sala 1963yan da hatibû kuştin 676 belgeyên teze ji raya giştî ra vekir.
Di daxuyaniya Arşîva Neteweyî ya DYAyê da hat diyarkirin ji belgeyên navborî 553 belge yên Teşkîlata Îstixbaratê ya Navendî (CIA) ne.
Bi belgeyên nû di nav sala 2017an da ev dibe cara 3yemîn der barê kuştina Kennedy da belge tên vekirin. Wek mayîn ji ber ewlehiya neteweyî qederê 300 belge jî hê veşartî ne.
Li ser telîmata Donald Trumpê Serokê DYAyê der barê kuştina Kennedy da 2 hezar û 891 belgeyên heta niha dihatin parastin roja înê hatibûn vekirin. Li gor agahiyan li ser daxwaza Trump heta 26ê nîsana 2018an wê belge piştî serastkirinê bên parvekirin.
Li gor agahiyan hin belge piştî nirxandina Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) û CIAyê wê ben eşkerekirin.
Belgeyên navborî ji ser navnîşana "archives.gov"ê ya Arşîva Neteweyî ya DYAyê tên peydakirin.