Nihat Kavşut
04 Mijdar 2017•Rojanekirin: 05 Mijdar 2017
BRUKSEL
Hat ragihandin biryara girtinê ya der heqê Carles Puigdemontê Serokê Rêvebiriya Xweser ya Katalonyayê yê berê û 4 wezîran da gihîştiye Belçikayê.
Eric Van Der Sijptê Dozgerê Federal yê Belçikayê daxuyanî da û destnîşan kir biryara girtinê ya li tevahiya Ewropayê dijî Puigdemont û 4 wezîran derketiye hildane û wiha got: "Em ê li ser biryarê lêkolînê bikin û bidin dadgerê lêpirsînê."
Dadgeha Neteweyî ya Îspanyayê piştî ku Rêvebiriya Xweser ya Katalonyayê serxwebûna yekalî îlan kir ji ber sûcê "derketina dijî dewletê, serhildan û zirardayîna malê dewletê" der barê Carles Puigdemontê Serokê Rêvebiriya Xweser ya Katalonyayê yê berê û 4 wezîran da li tevahiya Ewropayê biryara girtinê hildabû.