Türkan Tosun
19 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand par 6,3 milyon zarokên temenê wan ji 15an biçûktir in ji ber nexweşiyên mimkun e rê li ber bê girtin, mirin.
Di rapora hevpar a Fona Alîkariyê Zarokan a NYyê (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, Şaxa Nifûsê ya NYyê û Bankaya Dinyayê da hat gotin di sala 2017an da di her pênc saniyeyê da zarokên temenê wan ji 15an biçûktir in ji ber nexweşiyên pêkan e rê li ber bê girtin, mirin.
Di raporê da hat gotin 5,4 milyon mirina zarokan di pênc salên wan ên ewil da çêdibin.
Hat gotin heke tevdîr neyên dîtin heta sala 2030an 56 milyon zarokên temenê wan ji pêncan biçûktir in wê ji ber kêmasiya derman, ava paqij, ceyran û aşiyê bimrin.
Par nîvê mirina zarokên temenê wan ji pêncan biçûktir in li Afrîkayê, ji sedî 30 jî li Asyaya Başûr çêbûn.