Haydar Şahin
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
RAMALLAH
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojavayê ya dagirkirî niştecihekê Cihu wesayîta xwe ajot ser zarokekî Filistînî, hincirand û birîndar kir.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin sitandin, li Hawareya bajaroka li başûrê Nablûsê niştecihê Cihû bi wesayîta xwe va li Yamen Tayil Awdeyê zarokê 11 salî yê welatiyê Filistînê qelibî.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê lawikê birîndar rakirin nexweşxaneyê, leşkerên Îsraîlê jî ji bo lêpirsînê bidin destpêkirin hatin dewsa bûyerê.
Li erdên di bin dagiriya Îsraîlê da niştecihên Cihû carcaran bi zanatî bi wesayîtên xwe va li welatiyên Filistînê diqelibin.