Hat ragihandin ku di hilbijartinê de rayên 3 komên mezin ên Parlementoya Ewropayê ên Demokratên Xaçparêz, Sosyalîs û Lîberalan kêm bûn lê bereksê vê yekê rayên komên rastgir zêde bûn.
Li Almanyayê Partiya ji bo Almanyayê Alternetîf (AfD) a rast-populîst a ku li dijî Eureoyê ye ji sedî 7 ray girt û her kesê matmayî hişt. Li îngilistanê partiyek ji bilî Partiya Muhafazakar û Partiya Karkeran bi ser ket û her kesê matmayî hişt. Partiya Serxwebûna Qraliyeta Yekbûyî 24 endamên xwe şandin PEyê.
Li Fransayê Partiya Eniya Neteweyî ya ku rastgir e, serkeftineke girîng bi dest xist. Li Fransayê encamên hilbijartinê wekî erdhejê hat binavkirin.
Li Danîmarkayê Partiya Gel a Danîmarkayê ji ser dijberiya biyanî û misilmanan siyasetê dike, dengên xwe derxist du qatan û 4 endamên xwe şandin PEyê.
Li îtalyayê Partiya Demokrat a ku Serokwezîr Matteo Renzî serokatiya wê dike ji sedî 40ê dengan girt û serkeftinek berbiçav bi dest xist.