Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakerevan Volkan Bozkir ji bo biryara Parlementoya Ewropayê ya der barê bûyerên sala 1915an da wiha got: "Digel niyeta baş a Tirkiyeyê, Parlementoya Ewropayê bi vê biryara xwe dîrokê ji bo siyasetê diemilîne."
Bozkir bi nivîskî daxuyanî da û destnîşan kir ku biryar bi rastiyên dîrokî û hiqûqî ra li hev nake û got biryarên wiha li bal Tirkiye û gelê tirk di hikmê tunebûnê da ye.
Bozkir diyar kir ku wezîfeya Parlementoya Ewropayê ne ew e ku dîrokê binivîsîne, divê ji bo pirsgirêkên Ewropayê çareseriyan bibîne û wiha got: "Parlementoya Ewropayê bi vê biryara xwe di nav êşên berê da cihêtiyê dike û êşên ku gelê misilman û gelê tirk di Şerê Cîhanê yê 1emîn da kişandin nabîne û tenê êşên ermeniyan derdixe pêş."
Parlementoya Ewropayê di rûniştina îşev da der barê bûyerên di sala 1915an da pêşnumayeke biryarê ku piştgiriyê dide îdiayên ermeniyan û bangî Tirkiyeyê dike ku tezên ermeniyan qebûl bike, bi pirdengî qebûl kiribû.