Türkan Tosun
12 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ANKARA
Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence got bi hevdîtinên bê şert û merc ên di navbera rêveberiyên Washington û Pyongyangê de gavên nû yên dîplomatîk tên avêtin.
Li gor nûçeya Washington Postê Pence ji bo Pêşbirkên Olîmpiyatê yên Zivistanê Koreya Başûr ziyaret kir û li wir bi Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-În re der barê Koreya Bakur de du hevdîtinên girîng kirin.
Pence di rêya vegerê de di balafira Air Force Twoyê de daxuyaniyeke taybet da nûçegihanê rojnameyê û behsa hevdîtinên xwe kir.
Pence daxuyand ew û Koreya Başûr di mijara Koreya Bakur de gihîştine fikrên hevpar.
Mike Pence got gavên nû yên dîplomatîk divê neyên me'neya rakirina mueyideyên li ser rejima Kîm Jong-un yên ji bo çekên nukleerî. Lê him ev bedel divê bê dayîn û him jî li ser maseyê bê rûniştin.
Di merasima vekirina Pêşbirkên Olîmpiyatê yên Zivistanê de Alîkarê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Kîm Yo-jonga xwişka Serokê Dewleta Koreya Bakur Kîm Jong-un li pişt hevdu rûniştibûn ku vê bal kişandibû. Di merasimê de Kîm Yo-jong û Moon Jae-în dest dabûn hev û hevdu silav kiribûn.