11 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2015
ANKARA
Di çarçoveya têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAEŞa rêxistina terorê da ji destpêka îsal û heta niha ji 54 welatî 913 "şervanên terorîst ên biyanî" ku dixwestin bi qaçaxî sînor derbas bikin, hatin qefaltin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê ji ber tevdîrên li ser sînorên Tirkiyeyê hejmara endamên DAEŞa rêxistina terorê ku tên qefaltin zêde bû.
Li gor lêkolînan ji destpê ka 1ê rêbendana 2015an heta niha ji 54 welatî 913 "şervanên terorîst ên biyanî" ku dixwestin bi qaçaxî sînor derbas bikin, hatin qefaltin. Hejmara kesên ku di heyama rêbendan û gulanê da hatin qefaltin 349 e, hejmara kesên ku di heyama hezîran û tebaxê da hatin qefaltin jî 564 e.
Li herêmên nêzî Sûriyeyê di operasyonên dijî rêxistinê da di mehên mijdar û tebaxê da 108 terorîst hatin qefaltin.
Hat destnîşankirin ku ji endamên ku hatin qefaltin 478 kesî dixwest derbasî Tirkiyeyê bibin û 435 kesî jî dixwest derbasî Sûriyeyê bibin.
Hat diyarkirin ku piraniya terorîstan li herêma Kilîs-Elbeyliyê tên qefaltin.
Hat diyarkirin ku di nav vê heyamê da çek û amûrên DAEŞê yên ku hatin qefaltin ev in: "Rokêtavêjek, 11 tivingên piyade, tivingeke makîneyê ya BKC, demançeyek, 4 qirme, 2 guleyên rokêtavêjê, 2 fişengên sewqê yên rokêtavêjê, 139 cebilxaneya çekên sivik, 6 bombeyên destan, 3 hezar 250 gram melzemeyên kimyewî, 3 şarjor, dûrbîneke nîşangeran. makîneyeke wêneyan, 52 çenteyên piştê, 300 êlegên hicûmê, 17 êlegên nêçîrê, 98 têlefonên destan, 19 kompîtur û IPAD, kamerayek, 8 dîsk, 44 sîm kart, şarjeke têlefonê, aksesuareke têlefona destan, 53 hezar 600 dolar, 20 hezar 175 lire, 3 hezar 50 ewro, 14 kîlogram zêrê kulçe, 17 kîlogram zîvê kulçe, 47 eşyayên elektronîk, hezar 838 weşanên çapkirî û nivîskî, 361 melzemeyên tibbî û wesaîtek."