Aliia Raimbekova,Dmitri Chirciu
24 Hezîran 2023•Rojanekirin: 27 Hezîran 2023
Wezareta Parastina Rûsyayê bangî hemû şervanên Wagnerê kir ku bila "bi îhtiyadî tevbigerin" û xwest ku bila bi hêzên ewlehiyê ra têkiliyê daynin.
Wezareta Parastina Rûsyayê di daxuyaniya xwe da ragihand ku şervanên Wagnerê bi derewa (Yevgeniy) Prîgojîn va ber bi serhildaneke sûcdar a çekdarî va tên birin. Ji hevalên me gelek bi armanca ku bi ewle vegerin ciyên xwe yên mayînde alîkarî xwestin û xetaya xwe dîtin. Ji bo hemû şervan û fermandarên ev daxwaz kirin alîkarî hat kirin.
Hat gotin ku tevgera Prîgojîn û alîgirên wî serhildana çekdarî ye û Prîgojîn şervanên Wagnerê dixe nav macereya xwe ya sûc.