Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Ursula Muellera Alîkara Sekreterê Giştî yê Berpirsiyarê Karên Mirovahiyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir li Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku di kontrola DEAŞê da ye 20-50 hezar kesên sivîl di navbera pevçûnan da asê mane.
Muller ji Urdinê bi rêya vîdeokonferansê beşdarî Konseya Ewlekariya NYê bû û der barê rewşa Sûriyeyê da agahî da.
Mullerê destnîşan kir ku ji nîsanê vir da ji 200 hezarî zêdetir kes ji Reqayê revîn, bi tenê di vê mehê da 30 hezar kes ji cî û warên xwe bûn.
Mullerê axaftina xwe wiha domand: "Di navbera 20 û 50 hezarî da sivîl li Reqaya dorpêçkirî asê mane û di xeterê da ne. Nikarin ji Reqayê derkevin. Ji ber mayin, cebilxaneyên teqemeniyê, nîşagir û êrişên ji hewayê sivîl nikarin hereket bikin."
Mullerê got DEAŞ sivîlan wek mertalê zindî bi kar tîne, ditirsin ku hejmara miriyan zêde be, ji ber pevçûnan alîkariyên mirovahiyê nagihîjin sivîlan û di tîrmehê da alîkarî neçû tu hereêmekê.