Abdullah Tel
28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
RIYAD
Hat ragihandin moşeka balîstîk a ku ji aliyê Yemenê avêtin herêma Mekkeya Erebistana Siûdî bi pergala parastina hewayî va hat îmhakirin.
Fermandariya hêzên koalîsyona ku Ererbistana Siûdî pêşenga wê ye di daxuyaniya weşand da ragihand ku, "Ji hêla Hûsiyên li alî Yemenê ne va ji bo dema Hecê bê sabote kirin bi moşekê va li ser Mekkeya bajarê pîroz êrişeke "badilhewa" hat kirin."
Di daxuyaniyê da hat gotin ku moşek li herêma El-Wesîleya 69 kîlometre dûrî Mekkeya bajarê pîroz e ji hêla pergala parastina hewayî ya Erebistana Siûdî va bêyî zirar bigihîje derdorê, hat îmhakirin.
Di 12ê îlonê da jî Hûsiyan moşekek avêtibûn Mekkeya ku Kabeya qibleya misilmanan lê ye û ew moşek 65 kîlometre dûrî qibleyê li hewayê hatibû îmhakirin