Michael Gabriel Hernandez
03 Gulan 2022•Rojanekirin: 04 Gulan 2022
Hat ragihandin, di navbera Amerîka û Ermenistanê da peymana hevkariya nukleerê hat îmzekirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blinken ku Wezîrê Karên Derva yê Ermenistanê Ararat Mîrzoyan ezimand, diyar kir ku ew dixwazin hevkariya xwe ya di warê ewlehiya vejenê da xurtir bikin û peywendiyên aborî û dîplomatîk ên di navbera herdu neteweyan da qewîntir bikin.
Piştî hevdîtinê wezîran peymana hevkariya nukleera sivîl îmze kirin.
Armanca peymanê ew e ku erza vejenê ya Ermenistanê were dewlemendkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Ned Price jî di daxuyaniya nivîskî ya li ser hevdîtinê da diyar kir, Blinken û Mîrzoyan pêşketina Ermenistanê ya di warê avakirina demokrasî û pergala hiqûqê da û her wiha peywendiyên wê yên digel cîranan jî nirxandin.