15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku hêzên pêşmergeyan û leşkerên artêşa Iraqê di operasyona xilaskirina Mûsilê da pirsgirêka bikaranîna "alaya şiiyan" çareser kir.
Endamê Komisyona Parastin û Ewlekariyê ya Parlementoya Iraqê û Parlementerê PDKê Şahevan Ebdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku hin yekîneyên girêdayî artêşa Iraqê dixwazin ku di operasyona xilaskirina Mûsilê da derbasî eniyên pêşmergeyan bibin.
Ebdila got ji ber ku li ser wesayîtên wan alaya nîşana şiiyan heye hêzên pêşmergeyan destûr nedan ku ev leşkeran derbas bibin.
Ebdila der barê wê bûyera ku navbera pêşmerge û artêşa Iraqê bû sedema qeyranê da agahî da û got ku piştî hevdîtinan li hev kirin û wiha pê da çû: "Ewilî eskerên Iraqê nexwestin ku alayê daxin lê paşê ew ala ji wesayîtan hatin daxistin û ji bo derbasbûnê destûr hat dayîn.
Ebdila bi bîr xist ku li Mûsilê piraniya gel suni ye û wiha dewam kir: "Li gor me alayên ku nîşana mezheb û nijadekê ne û dibe li herêmê bibin sedema gengeşiyê, loma divê neyên daliqandin û rê li ber wan bê girtin. Pêşmerge û artêşa Iraqê biryara dan ku wê bi tenê alaya Iraqê li eniyan bê daliqandin."
Di çarçoveya peymana eskerî ya navbera Hewlêr û Bexdayê hat kirin da di mijara ji Mûsilê derxistina DEAŞê da eniyên peşmergeyan ên herêmên bakur û rojhilatê welêt wê ji hêla artêşa Iraqê va bên bikaranîn. Li ser wesayîtên yekîneyên artêşa Iraqê ku cebilxane dibin wan eniyan alayên li serê "Ya Elî û Hiseyîn" nivîsîbûn hatibûn daliqandin.