Li devê navçeyê li herêma gundê Altinsûyê 5 roj berê danê êvarê komek endamên PKKya rêxistina terorê rê birîn ji ber vê jî gelê Şemdinliyê bitirs in.
Terorîstan li herêmê rê girtin, wesayît dan sekinandin. Endamên rêxistinê kesên di wasayîtan de daxistin û propagandaya rêxistinê kirin. Ji aliyê din ve wesayîteke kar revandin û li ser rê xendek vekirin. Her wiha ji ber ku endamên rêxistinê qebloyên telefon û înternetê birîn li herêmê ev 5 rojin, ragihandin tune.
Li navçeyê piştî çalakiyê hêzên ewlehiyê ji bo rê bê vekirin operasyonan didomîn in. Terorîstên ku di destê wan de çekên luledirêj, keleş û cebilxane hene ji cihên ku kirine mewzî êrîşî leşker û polêsan dikin.
Li navçeyê di nava 5 rojan de di şerê navbera hêzên ewlehiyê û terorîstan de 6 terorîst hatin kuştin.