Türkan Tosun
31 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî ya Libyayê (HMN) ya di qada navneteweyî da tê nasîn daxuyand di pevçûnên li Trablusê çêbûn da ji milîsên General Xelîfe Xefter 10 kes hatin kuştin.
Berdevkê Hikûmeta Mutabeqeta Neteweyî Mihemed Kununu li Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Gadabê daxuyand milîsên Xefter bi piştgiriya 4 tankên Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb hatine pireya El Furusiyyeyê ya li ser rêya Balafirgeha Trablusê.
Kununu got di navbera wan û hêzên hikûmetê da pevçûn derket, 10 milîs hatin kuştin, 12 wesayîtên eskerî jî hatine îmhakirin ku êdî nikarin bên xebitandin.
Xefter di 4ê nîsanê da ji bo ku Trablusê bi dest bixe fermana êrîşê dabû û gotibû di nav 48 saetan da ewê bi dest bixin. Li ser vê hêzên HMNyê Operasyona Burkan el-Gadabê dabûn destpêkirin.