19 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
ANKARA
Serokê Enstîtuya Piyase û Polîtîkayên Vejenê (EPPEN) Dr. Volkan Ozdemîr diyar kir ku ji bo betalkirina referanduma ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) diyar e, wê di 25ê Îlonê da bê lidarxistin, hêzeke qewîn di destê Tirkiyeyê da heye û wiha dewam kir, "Ew jî bazirganiya neftê ye ku ji ser Tirkiyeyê tê kirin. Niha bihayê warêlê neftê nêzîkî 60 dolarî bûye û di serdemeke wiha da heger Tirkiye bazirganiya neftê rawestîne, herêma Kurdistanê nikare zêde li ber xwe bide. Ji aliyekî din va jî Rûsya dixwaze di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê da hevsengiyeke nû ava bike û ev yek jî dikare referanduma HKIyê bide paşdaxistin."
Ozdemîr bona nûçegihanê AAyê mijar nirxand û got ku rêkeftina parvekitina neftê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê da êdî ne derbasdar e û Hewlêr ev 3,5 sal e ji ser Tirkiyeyê nefta xwe di bazara navneteweyî da difiroşe.
Ozdemîr bal kişand, qada ku di navbera Bexda û Hewlêrê da nediyariya xwe didomîne û lê rîska pevçûnê heye, qadên li Kerkûkê ne û wiha pê da çû, "Di vê rewşa dawîn da Kerkûk jî daxîlî referandumê kirin û HKI dixwaze li Kerkûka ku di rastiyê da bajarekî tirkmenan e, 'min kir û çêbû' bike. Ji ber vê yekê ye ku layenên li Kerkûkê li hev hatine gef û gurrê. Ango em dikarin behsa potansiyela şerekî cidî bikin."
Herwisa Ozdemîr diyar kir ku bi awayekî fiîlî di destê Tirkiyeyê da hêzeke mezin heye û wiha dewam kir, "Ji bo betalkirina vê referandumê di destê Tirkiyeyê da hêzeke qewîn heye. Ew jî bazirganiya neftê ye ku ji ser Tirkiyeyê ra tê kirin. Niha bihayê warêlê neftê nêzîkî 60 dolarî bûye û di serdemeke wiha da heger Tirkiye bazirganiya neftê rawestîne, herêma Kurdistanê nikare zêde li ber xwe bide. Ji aliyekî din va jî Rûsya dixwaze di navbera Hewlêr-Bexda-Enqereyê da hevsengiyeke nû ava bike û ev yek jî dikare referanduma HKIyê bide paşdaxistin."