Haydar Şahin
13 Hezîran 2019•Rojanekirin: 14 Hezîran 2019
Li Nîgera eyaleta Nîjeryaya welatê Afrîkaya Rojava di êrîşên çekdarî da 47 kes hatin kuştin.
Malam Salihu Garbayê Direktorê Eyaleta Nîgerê yê Ajansa Rêveberiya Rewşa Acil a Nîjeryayê daxuyanî da û diyar kir ku li gundên Kwaki, Ajatayi, Gwassa, Barden Dawaki, Gyammamiya û Alewayê êrîşên çekdarî yên kiryarên wan hê nayên zanîn hatin kirin û got, "Hetanî nika cesedê 47 kesan hat dîtin û gelek kes jî birîndar bûn."
Garba destnîşan kir ku li herêmê 2 hezar kesî malên xwe terk kirin û wiha pê da çû: "Ji wan bi tenê 500 kes li Kampa Erenayê ya berwext hatin cîkirin. Ev mirovan hewcedarê alîkariya însanî ne."
Garba diyar kir ku birîndar tên dermankirin, der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.