Önder Beyter
06 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
BADAGRY
Li dinyayê koletî herçiqas bi salan berê hatibe rakirin jî, lêbelê li qeraxên Nîjeryaya ku yek ji navendên bazirganiya koletiyê ya ji Afrîkaya Rojava ber bi Amerîka, Karaîb û welatên Ewropayê bû, hê jî şopên bazirganiya koletiyê ya ku bi sedan salan dewam kir, dixuyê.
Portekîzî di dawiya salên 1400î da hatin qeraxên Afrîkaya Rojava û bi vî awayî bazirganiya koletiyê dest pê kir. Li vir girîngtirîn yek ji noqteyên bazirganiyê bajarê Nîjeryayê yê li rex qeraxê Badagry bû.
Bazirganiya koletiyê ya ku li Badagryê di dawiya salên 1400î da dest pê kir, zêdetirî 300 salî ajot. Badagry ji rêbejayê 3 saet dûrî Lagosê ye û herwiha xelkê ku li vir dijî ji bo ku ji bîr nekin ka bav û kalên wan bi çi lewnî wekî kole belayî çaraliyê dinyayê kirin, alav û belgeyên wê serdemê li muzeyên piçûk ên li qeraxê nîşan didin.
- Bi milyonan afrîkayî kirin kole
Tê texmînkirin ku di destpêka sedsala 17emîn da hejmara koleyên li bazarên li Îtalya, Spanya û Portekîzê derûdora 50 hezar kesî bû. Tê destnîşankirin ku wê demê firoşkarên koleyan beramberî hespekî 25-30 kole difirotin. Heya destpêka sedsala 20emîn di wan 250 salên bihurî da tê zanîn ku li Afrîkaya Rojava bêtirî 10 milyonî însan wekî kole bona welatên din hatin veguhastin. Beşeke mezin a vê reqamê jî nîjeryayî ne.
Bazirganên koleyan ligel xwe qumaş, çek, barûd, alavên ji paxir û bronz, vexwarinên bialkol dianîn û didan serokên qebîleyan û herwiha beramberî van tiştan jî carinan bi sedan afrîkayî dikirîn. Ev miemele carinan wekî beramberî şûşeyek alkol 10 kes an jî beramberî şemsiyeyekî 40 kes pêk dihat.
- Rola serokên qebîleyên afrîkayî
Olusegun Mobeeyê neviyê mensûbekî ji van qebîleyên herêmê yên ku di bazirganiya koletiyê da rola wan heye, di pirtûka xwe ya li muzeya Badagryê da wiha dibêje:
"Wî çaxî koletî li tevahiya dinyayê dezgeheke naskirî bû. Qral, serokeşîr û dewlemendên li Afrîkayê kole li cem xwe, an li mala xwe an jî li herêmên xwe didan xebatê. Asta aborî û civakî ya kesekî bi hejmara koleyên wî va dihat pîvan. Ji vê ra koletiya xumalî dihat gotin. Bi piranî ev cure kole, esîrên şer bûn. Lêbelê piştî ku xwedanên van koleyan dîtin ku bazirganên ewropî tên Badagryê û beramberî koleyan hesin, pembû, hêrî, keten, alkol û alavên metal didin. Li ser vê, van xwedanên koleyan hîç wext derbas nekirin û herwiha koleyên xwe anîn Badagryê da ku li vir bi alavên destnîşankirî ra bihuhezînin."
- Miemeleyên xirab
Li Afrîkaya Rojava bazirganiya koletiyê ya ku bi destê bazirganên portekîzî dest pê kir, bona mirovan bû qada miemeleyên pir xirab.
Dest, pê û stûyê koleyan zincîr dikirin û herwiha carina ji bo ku xebernedin an jî nan nexwin, devê wan jî zincîr dikirin. Bi piranî pir kêm xwarin didan koleyan.
Rêwîtiya bêveger a koleyên afrîkayî ya bal parzemîn û welatên din li Badagryê dest pê dikir. Koleyên ku ji derûdorê an ji deverên bêtir dûr dianîn, li Badagryê li keştiyan siwar dikirin, dişandin "dinyaya nû" parzemîna Amerîkayê.