Abdullah Tel
02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Li Sûriyeyê balafirên şer ên rejima Esed û Rûsyaya piştgirê wê êrîşî ser xetên muxalifan ên ku li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê kirin.
Hat ragihandin ku di êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê da ji heman malbatê 4 kes hatin kuştin.
Rejima Esed ji hewa û bejayê bi ser gundên Merand, Marrithirme, Şêx Mistefa, Naciye û Kebîneyê û girê Kebîneyê ku di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê da ne top, roket û hewan barand.
Li gor mala çavdêriya balafiran a muxalifan balafirên şer ên Rûsyayê êrîşî ser gundên Marithirme, Şêx Mistefa û Cîbalaya li ser Îdlibê û Kebîneya ser Lazqiyeyê kir.
Di agahiyên ji rayedarên Parastina Sivîl (Kum Spî) hat hildan di êrîşa hewayî li ser gundê Cîbalayê da ji heman malbatê 4 kesî can da û kesek jî birîndar bû.
Di 3 rojên dawîn da ji ber êrîşên Rûsyayê yên di nav sînorên Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê hatin kirin da 9 kes hatin kuştin.