Nihat Kavşut
09 Adar 2018•Rojanekirin: 10 Adar 2018
ANKARA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiya xwe di vekirina "Akademiya Siyasetê ya Heyama 18emîn ya AK Partiyê" da peyivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da bal kişand ser Îslamê û wiha got: "Li gor emrê Rebê me dînê me Îslam û kitêba me Qur'ana Pîroz heta qiyametê tu wextê neguhere."
Erdogan der barê hikm û nasên Qur'ana Pîroz da wiha peyivî: "Hikm û nasên ku Xwedê di Qur'ana Pîroz da ji me ra bi eşkereyî gotine neguherîne û wê tu wextê neguherin."
Serokomar Erdogan destnîşan kir Îslam dînê dawîn e û naguhere û wiha got: "Înkarkirina guherînê dişibe rewşa heştirmeyê ku serê xwe dike nav qûmê û xwe dixapîn e. Helbet hin rêgez û destûrên ku naguherin jî hene. Wek mînak Îslam dînê dawîn e û naguhere, ev heqîqet e. Kes nikare dest bide vê heqîqetê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da heta niha 3171 terorîst hatine berterefkirin û wiha got: "Niha navenda Efrînê hatiye dorpêçkirin. Dibe ku di demeke kurt da em bikevin navenda Efrînê."
Erdogan diyar kir ji bona dagirkirinê neçûne Efrînê û wiha dewam kir: "Em ji bona dagirkirinê neçûne wir. Em hewl didin ji kesên dixwazin dagir bikin û ji rêxistinên terorî paqij bikin. Peyra jî teslîmî xwediyên wê yên rastîn bikin. Armanca me ev e."
Serokomar Erdogan diyar kir di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da qadeke 815 kîlometre çargoşe kirine herêmeke ewle û wiha axivî: "Em îro li Efrînê ne û em ê sibê jî li Minbicê bin. Peyra li rojhilatê Feratê heta sînorê Iraqê em ê ji terorîstan paqij bikin."
Erdogan diyar kir ji bona operasyonê ji kesî destûrê hilnadin û wiha peyivî: "Ji bona destpêkirina Operasyona Çiqlê Zeytûnê me ji kesî destûr hilneda û ji bona dawî lê bînin jî em serî ji zexta tu kesî ra danaynin."
Serokomar Erdogan di berdewamiyê da ji bona Operasyona Çiqlê Zeytûnê wiha xeberda: "Herêm bi temamî 2 hezar kîlometre çargoşe ye. Wekî Cerablusê ye, 2 hezar kîlometre çargoşe di destê me da ye. Li vir jî em ê di destpêkê da 2 hezar kîlometre çargoşe hildin û ewlehiyê pêk bînin. Xwişk û birayên me yên Efrînê wê vegerin malên xwe."
Erdogan di xeberdana xwe da ji bona saziyên derecekirina krediyê wiha axivî: "Hûn li lîstikên Elî Cengîz ên hin saziyên derecekirina krediyê nenêrin. Tekane derdê wan ew e ku Tirkiyeyê bixin tebgasiyê, ji kesên ku ji vê xweyî bikin re rê vekin. Êdî piyasayên me jî piyasayên navneteweyî jî îtibarî van lîstikên nota krediyê nakin. Bihêlin van karan bihêlin. Notên ku hûn wekî saziyên derecekirina krediyê didin nota qarneyê ya me nîne. Nota me ya qarneyê nota gelê me ye, em li vê dinêrin."