27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Serkerkanê Îranê Tumgeneral Mihemmed Huseyîn Baqirî destnîşan kir ku di ew li Yemen û Sûriyê baregeha deryayî ava bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Şerqê ku yek ji rojnameyên sereke yên Îrane ye, Baqirî duhê di bernameyeke ku fermandarên pileberz ên hêzên deryayî beşdar bibûn da axivî û wiha got, "Wekî li Deryaya Umanê divê em li Oqyanûsa Hîndê jî xwedan fîloya behrê bin. Li deverên dûr pêwîstiya me bi baregehan hene. Li Sûriye û Yemenê an jî li giravan divê em baregeh ava bikin."
Baqirî bal kişand ku li herêmên dûr hebûna baregehan ji hebûna çeka nukleerê bêtir xwedan bandor e û wiha got, "Gelo girîngiya li deverên dûr hebûna baregehan ji hebûna teknolojiya nukleerê kêmtir e? Ez wisa bawer im ku bandora vê ji ya teknolojiya nukleerê bêtir e."