27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
HEWLÊR
Berpirsê Eniya Şingalê yê Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê Serbest Lezgîn bangî rêxistina terorê PKKyê kir ku Iraqê biterikînin û wiha got, "PKK ji bo me kêşeyek e û divê bêyî ku qeyranekê derxîne ji Şingal, Qendîl, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û deverên din derkeve. PKK ne bi tenê bona Şingalê bona tevahiya Kurdistanê tehdîdek e."
Lezgîn di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku ew ji hebûna PKKyê ya li Şingala navçeya Mûsilê û deverên din aciz in.
Lezgîn bal kişand ku divê PKK dest ji destwerdana xwe ya karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bikişîne û ji hemû deveran vekişe û wiha xeberda:
"Sînorên me diyar in. Jixwe têra xwe kêşe û problemên me hene. PKK ji bo me kêşeyek e û divê bêyî ku qeyranekê derxîne ji Şingal, Qendîl, Silêmanî, Kerkûk, Mexmûr û deverên din derkeve. PKK ne bi tenê bona Şingalê bona tevahiya Kurdistanê tehdîdek e. Ev pirsgirêk bi salan e berdewam e. Bi rastî hebûna rêxistinê bona me kêşe û serêşiyek e."
Lezgîn destnîşan kir, PKKya rêxistina terorê bi navê YPG, YBŞ û gelek navên din va li Şingalê ye û wiha dewam kir: "Em dizanin ev hemû rêxistin PKK ye. Kîjan navî li xwe dikin bila bikin, ev PKK ne. Hebûna van li ser gelê herêmê tehdîdeke ciddî ye. Em nizanin ka wê di siberojê da çi bikin. Gelê Şingalê timî ditirse ku bibe qurbana van kiryaran. Ji ber hebûna PKKê ya li vê derê naxwazin trajêdiyeke nû bijîn."
Lezgîn got ku PKK li Şingalê zarokên êzdî bi kar tînin û wiha dewam kir: "Bo nimûne PKK keç û kurên 8 û heta 10 salî dibe, perwerdeya îdeolojîk dide wan û paşê çekan dide destê wan û dike leşker. Ev gelek caran qewimiye."
Lezgîn diyar kir, ji ber ku rojavayê Şingalê sînorê Sûriyê ye, kê gavê dilê milîtanên PKKê bixwaze diçin û tên, Heşda Şabî ya ku ji milîsên şiî pêk tê jî wek PKKê mebest û projeya xwe heye û wiha dewam kir:
"Me hay jê heye ku hin komên nav Heşda Şabî bi PKKê ra tevkar e. Ev li herêmê alîkariya pere û çekan didin PKKê. Li gor min komên Heşda Şabî jî li Şingalê peyê hin projeyan ketine. Heşda Şabî dixwaze vê derê bike baregeha komên şiî yên Sûriye û Iraqê."