10 Îlon 2025•Rojanekirin: 11 Îlon 2025
Dinyayê bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li Qeterê ya ku serokên Hemasê hedef girt, da.
Sekreterê Giştî yê NYyê Guterres teşebûsa suîqestê ya Îsraîlê ya li Qeterê ya dijî rayedarên Hemasê şermezar kir, destnîşan kir ku ev desthilatdarî û yekîtiya axa Qeterê îxlal dike
Karolîne Leavîtta Berdevka Qesra Spî diyar kir ku êrîşa Îsraîlê ya dijî Qeterê "xizmetî armancên Îsraîlê yan jî Amerîkayê nake."
Hemasê ragihand ku serokên wan ên li Qeterê ji teşebûsa suîqestê ya Îsraîlê sax filitîn.
Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Duran: "Civaka navneteweyî divê êdî hember polîtîkayên êrîşkar ên Îsraîlê bêdeng nemîne, li ba hiqûq û edaletê cî bigire"
- Tirkiyeyê êrîşa Îsraîlê ya li Dohayê ya dijî heyeta mizakereyê ya Hemasê lenet kir
Wezareta Karên Derva ragihand ku êrîşa Îsrîalê ya ku li Dohaya paytextê Qeterê dijî heyeta mizakereyê ya Hemasê kir lenet dikin.
Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em êrîşa Îsrîalê ya ku li Dohaya paytextê Qeterê dijî heyeta mizakereyê ya Hemasê kir lenet dikin." û hat diyarkirin ku dema mizakereyên agirbestê berdewam dikin hedefgirtina heyeta mizakereyê ya Hemasê nîşan dide Îsraîl armanc dike ku ku şer bidomîne armanca wê gihaştina aştiyê nîne.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku bi vê êrîşê ra Qetera ku navbeynkariya mizakereyên agirbestê dike jî li ser lîsteya welatên ku li herêmê hedef digire hat zêdekirin û ev rewş delîleke eşkere ya siyaseta emperyalîst a Îsraîlê ya li herêmê ye û Îsraîl terorîzmê wekî polîtîkaya dewletê pejirandiye.
Di daxuyaniyê da ev hatin gotin:
"Em êrîşa Îsrîalê ya ku li Dohaya paytextê Qeterê dijî heyeta mizakereyê ya Hemasê kir lenet dikin. Em hember vê êrîşa namerdane ya ku desthilatdarî û ewlehiya wî hedef digire li ba Qeterê ne. Em bangewaziya xwe ya ji bo civaka navneteweyî ya ji bo ku êrîşkariya Îsraîlê ya li Filistîn û herêmê berdewam dike bê rawestandin pêkûtî bê kirin dubare dikin."
- HKIyê êrîşa ku Îsraîlê li Qeterê bi ser heyeta mizakereyê ya Hemasê, şermezar kir
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) êrîşa ku Îsraîlê li Dohaya paytextê Qeterê bi ser heyeta mizakereyê ya Hemasê, şermezar kir.
Di daxuyaniya Serokatiya HKIyê da wiha hat gotin, "Em êrîşa ku Îsraîlê bir ser Dohayê şermezar dikin. Ev êrîş ewlehiya herêmî û îstiqrarê tehdîd dike."
Her wiha di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Ji bo Qeterê piştgiriya me tam e. Ji bo ku pêşî li ber çalakiyên bi vî rengî werin girtin û li herêmê aştî û hizûr ji nû va were tesîskirin, em bangî raya giştî ya navneteweyî dikin ku her cure hewildan were dayîn."
Îsraîlê duh li Dohaya paytextê Qeterê êrîşa esmanî biribû ser avahiya ku payebilindên Hemasê civîn lê dikirin.
Hemasê daxuyandibû ku pêşengên wan ji sûîqesta Îsraîlê sax filitîn, lê kurê Xelîl Hayyeyê Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê û 4 mensûbên wan û polêsekî Qeterî hatin kuştin.
- Al Jazeera: Çavkaniyên Hemasê ragihand ku serokên wan ji suîqesta Îsraîlê filitîn
Li gor televîzyona Al Jazeerayê ya ku navenda wê Qeter e çavkaniyên Hemasê eşkere kir ku serokên wan ji êrîşa Îsraîlê filitîn.
Al Jazeera di nûçeya xwe ya sipart çavkaniyên Hemasê da diyar kir ku Îsraîlê li Dohayê navenda ku serokên Hemasê lê civîn dikirin hedef girt.
Di nûçeyê da hat gotin ku "Heyeta serokên Hemasê ya di bin serokatiya Dr. Xelîl El-Hayye da ji êrîşê sax filitîn."
Di nûçeyê da hat ragihandin ku heyeta Hemasê civîn dikir û hat gotin ku "Heyeta Hemasê dema civîna ku pêşnûmaya nû ya (Serokê Amerîkayê Donald )Trump guftûgo dikir, bi êrîşa Îsraîlê hedef hat girtin."
Di nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê da hat îdiakirin ku di êrîşa ku artêşa Îsraîlê bir ser Dohayê da ji serokên Hemasê Xelîl el-Hayye hedef hat girtin, Xalid Meşal jî wir nebûye.
Berê di nûçeyên ku hem di çapemeniya Îsraîlê da hem jî yên li çapemeniya navneteweyî derketin da hatibû îdiakirin ku ji rayedarên payebilind ên Hemasê Xelîl el-Hayye û Xalid Meşal li avahiya ku êrîş lê hat kirin bûn.