Meşal wiha dewam kir: "Me teleba xwe ya agirbestê ya meşrû pêşkêşî rêvebiriyên Tirkiye, Qatar, Misir û Filîstînê kir. Kîjan welat di vê mijarê de serkeftî be, em dê telebên wan welatan qebûl bikin."
Meşal destnîşan kir ku li herêmên ku moşek digihijinê niştecihên sivîl najîn, herwiha ew kujerên filîstiniyên sivîl ên ku li ser axa aîdê wan nîne dijîn, nînin.
"Tu kes nikare bibêje bila berxwedan bêçek bibe"
Meşal diyar kir ku tu kes nikare bibêje bila berxwedan bêçek bibe û wiha got: "Ji bo bêçekbûnê du şert hene. Şert ev in: Divê dagirkirin û çêkirina avahiyan bê rawestandin û Îsraîl çek deyne."
Herwiha hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry li Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê û Qatarê bi têlefonê geriyaye û ji van welatan daxwaz kiriye ku ji bo agirbestê bi Hamas re hevdîtin bikin.