Haydar Şahin
13 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2017
QUDIS
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu diyar kir ku piştî DYAyê welatê wan jî ew ê ji Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) vekişe.
Netanyahu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da destnîşan kir ku telîmat daye Wezareta Karên Derva ku bira "Rexberî biryara DYAyê amadehiyan bikin ku ji UNESCOyê vekişin".
Netanyahu biryara DYAyê ya li ser vekişandina ji UNESCOyê wek "etîk û mêranî" nirxand, ji bo vê jî got, "saziya dibê dîrokê mihefeze bike vegeriyaye şanoyeke absurd".
Wezareta Karên Derva ya DYAyê diyar kiribû ku ji ber "helwesta li dijî Îsraîlê" û "lazimiya reforma sazîbûnê" ji UNESCOyê vedikişe.
Wezaretê di daxuyaniya xwe da wiha gotibû: "Wezareta Karên Derva di 12ê cotmeha 2017an da biryara vekişandina ji UNESCOyê û mayîna di statuya çavdêriyê da gihande ber destê Irina Bokovaya Direktora Giştî ya UNESCOyê. Ev biryara bi hêsanî nehat dayîn. Ev biryara di encama fikarên DYAyê yên li ser lazimiya reforma sazîbûna UNESCOyê û helwesta dijayetiya Îsraîlê ya saziyê da hat dayîn.