30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
RAKKA/ANKARA
Hin dîmen derketin holê ku rêxistina terorê PYD/PKK ya ku bi hinceta şerê dijî DEAŞê ket Reqayê, li çoltera bajêr êşkenceyê bi sivîlan dike.
Peyamnerê AAyê gihîşt wan dîmenan ku terorîstên PYD/PKKyî li rojavayê Reqayê li bajarokê Mansûrayê êşkence bi du sivîlan dike.
Li gorî qeyda dîmenê, du terorîstên ku li ser milê kincê wan, wêneyê serkirde Abdullah Ocalan heye, dest û pêyên du sivîlan girê didin û li erdê dirêj dikin.
Di dîmenên ku nêzîkî mehekê berê hatine kişandin da terorîst dibêjin, "Em dizanin ku tu endamê DEAŞê nînî. Lê ji me ra ciyê mensûbên DEAŞê bêje." û êşkence li sivîlên ku sandalye danîne ser wan, dikin.
- Li Reqayê mal talan kirin
Di dîmeneke din a ku du meh û nîv berê hatiye kişandin da xelkê bajarokê Kerameya li bakurê Reqayê Ehmed el Ebdullah Cebar qala îxlalên PYD/PKKyê yên piştî bidestxistina bajarok dike.
Cebarê wiha qise dike, "Hêzên ku ketin bajarokê Kerameyê, deriyên me şikandin û xaniyên me talan kirin. Li hemberî me gelek xirab tevgeriyan. Ez bangî hemû kesên ku guhê wan li min e dikim. Bira werin û bibînin bê ka mal çawa hatin talankirin û çawa êşkenceyê dikin. Rewşeke pir xeternak e."
PYD/PKK li bakurê Sûriyeyê li ser xeta sînorê Tirkiyeyê li rojhilat parêzgeha Hesekeyê, bakurê parêzgeha Reqayê û herwiha navçeya Minbicê ya li rojhilatê parêzgeha Helebê û navçeya Efrînê ya li rojavayê bakurê parêzgeha Helebê kontrol dike.
Rêxistina ku bi hinceta şerê dijî DEAŞê, alîkariya DYAyê hildaye pişt xwe, li deverên ku bi dest dixe xelkê herêmê mecbûrî koçê dike û herwiha wan dibe şer.