30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Serbaz Ryan Dillonê berdevkê koalîsyona dijî DEAŞê ya di pêşengiya DYAyê da operasyona Reqayê ya Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê bi pêşengiya PYD/PKKyê dimeşîne li ser bersiva Tirkiyeyê ya ji ber êrîşa tacîzê ya PYD/PKKya rêxistina terorê li Efrînê kir got em ji ber midaxeleyên astengiyan derdixin bi fikar in.
Dillon bi vîdeokonferansê li Wezareta Karên Derva ya DYAyê (Pentagon) der barê operasyonên li Iraq û Sûriyeyê dijî DEAŞa rêxistina terorê tên meşandin da daxuyanî da.
Li ser pirsa "PYD/PKKyê êrîşa tacîzê kir û Tirkiyeyê herêma Efrînê da ber topan, hûn vê çawa dinirxînin?" wiha got: "Em naxwazin li Reqayê di operasyona dijî DEAŞê da ew bala xwe bidine cihekî din."
Serbaz Dillon diyar kir herêma Efrînê nakeve ber operasyonên DYAyê û got em hemû hêza xwe didin ser Reqayê.
Ryan Dillon li ser pirsa nûçegihanê AAyê ya "DYA li Efrînê alîkariyê nade hêzên PYD/PKKyê, lê fikarên we hene li wir di navbera hêzên mixalif yên Tirkiye piştgiriyê dide wan û YPGya şaxa çekdar a PYD/PKKyê da pevçûn derkeve?" wiha got: "Niha bala me li ser Reqayê ye û em ji ber hemû tiştên dîqeta wan xera dike bifikar in. Lê heger ji xeynî Reqayê berê xwe bidin dereke din ev nîşan dide dijî DEAŞê şer nakin. Di vê mijarê da fikarên me hene."
Dillon li ser pirsa "Heger Tirkiye dijî rêxistinê şer bike wê DYA midaxele bike yan na?" wiha xeberda: "Ez naxwazin di vê mijarê da tevî spekulasyonan bibim. Li Reqa û li ciyên din em di têkoşîna dijî DEAŞê da piştgiriyê didin wan."