Aktîvîstê êzdiyên niştecihê Şengalê Xeyrî Seydû Hadîda, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
"DÎŞIyê nêzî 300 êzdiyên ku piraniya wan ji jin û zarokan pêk tê ên li Çiyayê Şengalê girtibû, duh êvarê berda. Em hejmara penaberan baş nizanin; lê belê li gor axaftina penaberên ku hatin berdan koma wan ji 2 otobês û 2 kamyonan pêk tê."
- Dibe ku 200 êzdiyên din jî serbest berdin
Hadîda diyar kir ku xwestin bi penaberên êzdî yên din re jî biaxivin lê milîtanên DÎŞIyê têlefon vekir û gotin dibe ku 200 êzdiyên din jî îro berdin.
Erkdarên Iraqê hêj derbarê berdana êzdiyan de tu agahî neda.
Êzdiyên ku ji bo wan agir, av û roj pîroz e herî zêde li Mûsil û Dihokê dijîn. Tê gotin ku hejmara êzdiyên li Iraqê dijîn 487 hezar e û zimanê wan ê zikmakî jî kurmancî ye. Êzdiyên ku bi erebî zanin û bi erebî dipeyivin jî hene.