Abdullah Tel
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Dîwana ku wê lîderên Tirkiye-Rûsya-Îranê beşdar bibin û dê mijara Sûriyeyê were nirxandin di 4ê Nîsanê da li Stenbolê tê plankirin.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan rojek beriya dîwana ku mazûvan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e wê civîna Konseya Hevkariya Payebilind a Tirkiye-Rûsya-Îranê (UDÎK) bê kirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ewilî wê beşdarî civîna UDÎKê bibe û dotira rojê jî beşdarî Dîwana Lîderan bibe.
Tê payîn ku mijara sereke ya Dîwana Lîderên Tirkiye-Rûsya-Îranê ewilî Sûriye be û di civînê da li ser mijarên herêmî yên din jî guftûgo bên kirin.
Serokomar Erdogan di 8ê sibatê da ji ser telefonê bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî û Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn ra cihê cihê xeber dabû û biryara lidarxistina dîwanê jî piştî wê hevdîtinê hat dayîn.
Dîwana Lîderên Tirkiye-Rûsya-Îranê cara ewil di 22yê Sermaweza sala par da li Soçiyê hatibû lidarxistin.