Nihat Kavşut
07 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Kalin: "Di çarçoveya Xûtaya Rojhilat da dixwazim balê bikişînim ku beriya her tiştî di mijara xebatên me yên ji bona alîkariyên însanî û xebatên diplomasiyê da ku niha Birêz Serokomarê me dimeşîne ji bona encam bê bidestxistin hemû îmkan û derfet hatine seferberkirin."
Kalin der heqê şandina YPGyiyan ji Minbicê bona Efrînê wiha got: "Di vê mijarê da jî bi rêyên fermî me hin gav avêtin. Ji vir pê da jî em ê berdewam bikin. Bi taybetî Amerîka ku hêzên YPG/PYDê di bin kontrola Amerîkayê da hereket dikin di mijara şandina hêzên ji Minbicê ji bona Efrînê da bikeve dewreyê û asteng bike. Ev mafê me yê tebîî ye."
Kalin: "Ji bona şandina fonên ji penaberên Sûriyeyê ra hatine veqetandin pêvajo dewam dike, lê di asta ku tê xwestin da nîne. Bi taybetî ji bona şandina 3 milyarê duyemîn ku bigihînin penaberan wek Tirkiye me di nav xwe da xebat û kordînasyona xwe temam kir."
Kalin: "(Salih Muslum) Li Pragê derdestkirin û berdana wî û li Almanyayê derketina wî û filan û bêvan... Ya rast divê Ewropayî rûnin û der heqê vê da bifikirin. Kesê ku Tirkiyeya mutefîq wek endamê rêxistina terorê qebûl dike û îlan kiriye li kuçe û paytextên Ewropayê li gor kêfa xwe digere û derfet û îmkanên bi vî rengî didin wî, ev tê çi wateyê? Divê vê pirsê ji xwe bikin? Dema ku Tirkiye bertek nîşan dide jî divê helwesta 'Çima Tirkiye di mijarên wiha da bertekên tund dide' nîşa nedin."