17 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
HATAY
Sûriyeriyên ku ji Efrîna di kontrola rêxistina terorê PYD/PKKyê da revîn û xwe spartin Tirkiyeyê ji bo ku vegerin malên xwe li bendê ne ku gundên wan ji terorîstan bên paqijkirin
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) sewqiyatên xwe yên eskerî yên bo sînorê Efrînê zêde dikin û herwiha Efrîniyên ku xwe spartine Tirkiyeyê jî kêlî bi kêlî geşedanan dişopînin.
Malbatên ku ji ber zexta terorê gundên xwe terikandin, piştgiriya operasyona muhtemel a TSKyê ya dijî Efrînê dikin û herwiha xwe li benda wê rojê girtine ku vegerin ser warên xwe.
Hesen Ebû Elî ku bi eslê xwe Ereb e ku ji gundê Meryemîn ê Efrînê hatiye Tirkiyeyê, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew di sala 2013an da ligel jina xwe hat Tirkiyeyê û li navçeya Reyhanliyê midûrtiya dibistaneke ku ji bo Sûriyeyiyan hatiye vekirin dike.
Ebû Elî bal kişand ku wan li herêma xwe ligel Kurdên Sûriyeyî bêpirsgirêk jiyana xwe dewam dikir û diyar kir ku xelkê Kurd jî ji PKKyê hez nake.
Ebû Elî diyar kir ku Kurd jî dixwazin ji terorîstan birevin û wiha dewam kir, "Welatiyên me yên Kurd jî dixwazin ji destê PYD/PKKyê birevin. Lêbelê ji tirsê nikarin. Em dixwazin operasyon bê lidarxistin. Heger terorîst biqedin emê vegerin malên xwe. Malên me baxçeyên me tev li wir man."
Ebdo Hemîd ku bi eslê xwe Ereb e û ji gundê Meryemînê ye jî got ku ji ber zext û zordestiya terorîstên PYD/PKKyî 3 sal berê ligel 6 zarokên xwe revî û hat Tirkiyeyê.