Haydar Şahin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
TEHRAN
Li Tehrana paytextê Îranê restorana robotîk a ewil ya bi navê "Roboşef" herî zêde xitabî ciwanan bike jî bala hemû mişteriyan dikişîne.
- Kasîter û garson tunene, hesab onlîne tê dayîn
Li Tehranê restorana Robeşef a ku ji serê salê vir da xizmetê dide û herî zêde pîzzayan difroşe, garsonên robot li mişteriyan pêşwazî dikin, ji siparîşan bigre hetanî serwêsê hemû xizmet otomatîk tên dayîn, kesên dixwazin dikarin hesabên xwe onlîne bidin.
Kursî wek kursiyên berê ne lêbelê mase çaxê tê vekirin bi rûyê xwe yê dijîtal va dibe wek tableteke mezin. Mişterî pêlî ser maye dikin, dilê wan çi bixwaze ji wir siparîş dikin.
Siparîş diçin ber destê beşa mitfaxê, garsonên robot bi rêhesina ku di nav maseyan da hatiye kişandin va siparîşan didin xwediyên wan.
- Çaxê li benda siparîşan disekinin dikarin li ser maseyê lîstikan bilîzin
Mişteriyê Roboşefê çaxê li benda xwarina xwe disekinin, li ser maseya dijîtal bi lîstikên kompîterên dilîzin û demeke bi kêfxweşî derbas dikin.
Mecîd Zîbadelê xwediyê Roboşefê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji îmkanên teknolojiyê îstifade kir û di xebitandina restoranê da "deriyekê teze" vekir û wiha axivî: "Maseyên xwarinê ji yên din cuda ne û xwemalî ne, ji bo ku mişterî piştî siparîşê û dema xwarinê kêfxweş bibin hatin dîzaynkirin. Patenta maseyê jî bi tevahî di destê me da ye."
- Ciwan û kal her kes eleqeyê nîşan dide
Zîbadel wiha pê da çû: "Me teknolojî û xwarin anî ba hev û ji bo xizmeta mişteriyên ciwan vekir. Lêbelê ji vekirinê hetanî nika hemû kesên ku dikana me mereq dikin tên vê derê û eleqeyeke mezin nîşan didin."
Zîbadel got ku herî zêde pîzzayan difroşin, bihayê xwarina li restorana wan ji restoranên Tehranê cudatir nîne.