Haydar Şahin
12 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2017
ANKARA
Bekir Bozdagê Alîkarê Serokwezîr der barê karûbarên vîzeyê yên ku Tirkiye û DYAyê dabûn rawestandin da got, "Di nav herdu welatan da, biryar hat dayin ku nûner bicivin û li ser mijarê bixebitin û li gor biryarê wê nûner di rojên pêşiya me da bên bal hev, bixebitin û li gor encamê jî gavekê bê avêtin."
Bozdag beşdarî bernameya zindî ya Haberturkê bû, rojev nirxand û pirsên li ser rojevê bersivand.
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bozdag di axaftina xwe da bal kişand ser berşikê xebatkarê DYAyê û wiha axivî: "Berşikê welatiyê tirk ê ku xebatkarê DYAyê ye, hem li ewlekariyê û hem jî li dozgeriyê îfadeya wî di hizûra parêzerê wî da hatiye wergirtin. Herwisa li dadgeriya sulh û cezayê jî îfadeya wî di hizûra parêzerê wî da hatiye wergirtin. Bêyî parêzer ev yek jixwe ne pêkan e. Ez zen dikim ku di vê mijarê da kêmasiya agahiyê heye."
Bozdag der barê girtina xebatkarê Konsolosxaneya Amerîkayê ya li Stenbolê da got, "Heta niha li gor agahiya ku min hilda ji bilî parêzerê ku dema îfadeyê li wir bûye, tu parêzerekî daxwaza hevdîtinê nekiriye. Malbatê jî daxwaza hevdîtinê nekiriye. Ji aliyê dozgeriyê va ji malbata wî ra hatiye ragihandin ku mafê wan yê hevdîtinê heye. Ji bo xebatkarê konsolosxaneyê bi parêzerê xwe ra, bi malbata xwe ra hevdîtinê bike tu asteng tuneye."
Bozdag ji bo axaftina John R. Bassê Balyozê DYAyê ya li ser vîzeyêjî wiha axivî: "Ya ku hewce dike, serî li Wezareta Karên Derva bixin û ji bona ziyaretê destûrê bixwazin. Çimkî Wezîrê Dadê dikare destûre bide ku ew biçin û biaxivin. Dikarin parezerê xwe bişînin û ligel wan biaxivin. Rêya vê di isûla dîplomasiyê da diyar e. Di isûla hiqûqê da jî eşkere ye. Dikaribû wiha bikira. Lê çû çapemenî kom kir û got 'lê vê derê fikreke tolhildanê heye', divê ev hereket nekira."