Önder Beyter
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2017
STRAZBURG
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag der heqê pêvajoya endamtiya YEyê ya Tirkiyeyê da wiha got, "Em bibiryar in ku ligel her cure neyênîtiyê vê pêvajoyê bidomînin. Wekî Tirkiye niyeta me tune ku em ji pêvajoyê vekişin."
Bozdag li merasîma xîmdanînê ya Mizgefta Eyub Sultan a ku wekî mezintirîn mizgefta Ewropayê tê zanîn û bi destê Teşkîlatên Nêrîna Neteweyî ya Civata Îslamî (IGMG) wekî kuliye jinûva tê çêkirin, axivî.
Bozdag di destpêka axaftina xwe da ji bo welatiyên tirk ên ku di şewata li bajarê Molhouse yê Fransayê da jiyana xwe ji dest dan, ji Xwedê rehmet xwest û bona birîndaran jî hêviya xwe ya şifayê anî ziman.
Her wisa Bozdag destnîşan kir ku ew xîmê berhemeke gelekî girîng datînin û ji ber hindê ew gelekî kêfxweş e.
Bozdag spasiya Waliyê Herêma Rojhilatê Fransayê, Şaredarê Bajarê Mezin Strazburgê û rayedarên din kir ku di avakirina berhemeke wiha girîng da bûn piştevan.
Bozdag da bibîrxistin ku Tirkiye hewl dide ku bibe endamekî têkûz ê YEyê û wiha xeber da:
"Ji bo endamtiyê em ji sala 1960î vir va hewl didin. Em bibiryar in ku ligel her cure neyênîtiyê vê pêvajoyê bidomînin. Wekî Tirkiye niyeta me tune ku em ji pêvajoyê vekişin."