Elif Orhan
30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
WASHINGTON
Serokomariyê dîmenên hevdîtinê ya ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Otêla St. Regîsê bi nûnerên saziyên ramanê û akademîsyenan re kir, parve kir.
Erdogan girîngiya îtifaq û hevkariya Tirkiyeyê destnîşan kir û wiha axivî:
"Ji bo Tirkiyeyê wekî rabirdû îro jî têkiliyên me yên bi DYAyê re jêneger e. Em ji bo ku hevkariya xwe li ser bingeha nirxên hevpar û berjewendiyên dualî pêş bixin her cure hevkariyê nîşan didin. Em ê ji niha pê ve jî bikin. Li holê ye ku di çareserkirina pirsgirêkên ku em rû bi rû ne de alternatîfeke îtifaqa Tirkiye-DYAyê tune. Vir mijara esas ew e ku ev hevkarî hem ji aliyê stratejîk ve hem jî ji aliyê taktîkî ve berhedar bibe."
- "Tu kes nikare ji tesîrên qeyranên bi vî awayî dûr bisekine"
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku li herêmên nêzî Tirkiyeyê xirabûneke mezin û drama mirovahiyê diqewime.
Erdogan wiha axivî: "Em li erdnîgariyeke siyasî ya ku bikarin bi rê ve bibin de wek Tirkiye hewl didin ku geşedanên wisa berhêlî bikin ku xizmetê aştiya herêmî û cîhanî bikin. Di vê hewldana me de her çiqas em car bi car hîs bikin ku tenê mane jî em dixwazin wisa bifikirin ku DYA me fehm dike û li gel me ye."
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Belavbûna terorê û qeyrana penaberan a ku îro gihaya sînorên Ewropayê, mînakên herî ber bi çav ên hilweşîna van her du welatan e. Heke nekarin ku pêşiya pêvajoya parçebûna van her du welatan bigirin dê civakên rojavayî bi geşedanên wehîmtir re rû bi rû bimînin. Li cîhanekî ku her tişt gerdunî dide, sînor bêwate dibin de tu kes nikare ji tesîra qeyranên bi vî awayî dûr bisekine, xwe biparêze. Em rûdanên vê yekê yên berbiçav ji bûyerên terorê heta pêla koçê ya ku zêde bûye hema bêje her roj dibînin. Me hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê di çareserkirina qeyranan de ji serî ve ji xwe re kir prensîb ku roleke erênî bilîzin. Li Sûriyeyê çareserî ancax bi pêvajoyeke guherînê ya ku dê li gor daxwazên gel têşe bigire mimkûn e. Li Iraqê jî pêkanîna pergaleke ku hêz û gumrahiyan bi adilane, berfireh û bi hevseng parve bike şert e. Ez DAEŞa ku biyaniyê dîrok, siyasî û civakî herêrmê ye ji bo welêt, herêma me û mirovahiyê wekî tehdîdekî dibînim. Em bi vê rêxistina terorê de di her qadê de bi biryardarî şer dikin û piştgiriyeke çalak didin hewldanên navneteweyî yên di vê mijarê de."