Elif Orhan
30 Adar 2016•Rojanekirin: 31 Adar 2016
RAMALLAH
Hat diyarkirin ku filîstînî di axa dîrokî ya bi qasî 27 hezar kîlometroyî (Şerîaya Rojava, Xaze û axên ku di sala 1948an de hatin dagirkirin) de tenê di qadeke ji sedî 15an de dijîn.
Ji bo salvegera 40emîn a Roja Axê Yekîneya Îstatîstîkê ya Navendî ya Filîstînê dane weşandin, li gor daneyan di axên dîrokî yên Filîstînê de ji sedî 48ê serjimarê filîstînî ne.
Hat gotin ku di axên Filîstînê yên dîrokî de para ku ji Filîstînê re maye dora ji sedî 15an e, qada ku Îsraîl bi kar tîne jî ji sedî 85 e û dan zanîn ku ji sedî 90ê herêma Axwarê ya ku bi taybetî ji aliyê çavkaniyên çandinî û avê ve girîng e di bin kontrola Îsraîlê de ye.
- Îsraîlê di sala 2015an de 207 kes kuştin
Hat diyarkirin ku Îsraîlê di sala 2015an de 9 jê jin, 32 jê zarok 181 kesan li Şerîaya Rojava û Qûdsê, 26 kesan jî li Şerîda Xazeyê kuştin. Digel vê hat diyarkirin ku Îsraîl bû sedema birîndar bûna bi hezaran kesî.