Nihat Kavşut
02 Sibat 2018•Rojanekirin: 03 Sibat 2018
WASHINGTON
Rayedarekî payebilind yê ji Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê li ser rokêtên ku endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna herêma Sûriyeyê diavêjin sivîlên li Tirkiyeyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Rayedar diyar kir ku ji ber nûçeyên kuştina sivîlan bi fikar in û wiha got: "Tevî mirina keçeke 17 salî ya li Reyhanliyê em ji ber kuştina sivîlan bi fikar in."
Rayedar destnîşan kir ku êrîşên dijî sivîlan nayên qebûlkirin û got bila hemû teref êrîşên xwe kêm bikin û nehêlin sivîl bên kuştin.